Em karker û kedkarên çandiniyê ne.
Em wek hilberînerên çay, findiq, hejîr, zeytûn, titûn û hwd. ên ku di zeviyên xwe de çandiniyê dikin, karkerên çandiniyê yên demsalî, yên koçber û yên di kargehên çandiniyê de dixebitin li hev civiyan .
Hin ji me, ji tariya sibê heta êvarê li nav zeviyan di bin tava tûj de ne, hin ji me jî di serayan de ne û em dizanin dema ku em berhemên xwe bifroşin, ji bilî deynên nû tiştek bi deste me nakeve. Hin ji me, ligel ku bizabin sê quruşê ku dewletê wek heqê bingehîn diyar kiriyê ne ji hezarî yêkê keda me ye jî, li quntarên çiyayên asê ji bo çay û findiqan kedeke mezin didin. Hin ji me, ji ber şerên li welatê xwe koçber bûn û em neçar hatin hiştin ku em li ser vê axê bi keda herî erzan bixebitin. Hin ji me, di bin banê şîrketên mezin de ne ku bi saya me dewlemend bûne, lê tişta ku ji me re rewa dibinin, tenê xebata zêde, destheqê herî kêm û mobbing e.
Ligel van hemû cudahiyan jî, me dît ku çavkaniyên pirsgirêkên me hevpar in. Em hatin gel hev, em axivîn, me nîqaş kirin û biryar da ku em bi hev re têbikoşin. Me Tarım-Sen ava kir ku ji bo mafên hemû aliyên ku debara xwe bi çandiniyê dikin têbikoşe.
Li vî welatî maf, qanûn, nav û ewlehiya civakî ya piraniya me kedkarên çandiniyê tune ye. Qûtên vî welatî û gelek welatên din em hildiberînin, di berdêla wê de me neçar dihêlin ku em bi sê quruşan di şertên koletiyê de bijîn. Di konên ku em neçar in di nav şert û mercên nebaş de bijîn, zarokên me jî di nav de em bi nexweşiyên şewbê (epîdemîk) re rû bi rû ne. Li ser rêya zeviyan û di cînayetên kar de em têne kuştin. Ji ber ferzkirina çandiniya bi Peyman, her ku diçe em li ser erdên xwe feqîr dibin û me neçar dihêlin ku em di OSB’yan de bixebitin. Qadên ku em lê çandiniyê dikin, bi xebatên maden, enerjî, pîşesazî û tûrîzmê tên talankirin.
Kesê ku ji vana re bibêje raweste, deng bide dengê me, çareyekê ji pirsgirêkên me re bibîne, destê xwe dirêjê me bike, mil bide mile me, tune ye. Em ê destê xwe nedin bin çenge xwe û êdî nesekinin. Bi hişmendiya ku çareserî di destê me de ye, em ê bi sendîkaya Tarım-Sen a ku me nû ava kiriye, ji bo bilindkirina hêvî û têkoşîna çînê di nav liv û tevgerê de bin.
Di warê karî yê bi hejmara 1ê ku sendîkaya me jî di bin sîwana wê de cih digre û karên wekî Nêçîrvanî, Masîgirî, Çandinî, Daristankarîyê dihewîne nêzîkî 180’ê hezar karker bi awayekî tomarkirî dixebitin. Ev beşa kar bi giranî ji karkerên bi peyman, taşeron an daîmî yên bîmekirî pêk tê.
Hejmara me karkerên çandiniyê nêzikî 5-6 mîlyonî ye lê sendîkayên heyî ji asoya rêxistinî û lêgerînê dur in ku me hemuyan di nav xwe de bihewînin. Li şûna ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên me xwe birêxistin bikin, bi endametî û berbûyan re mijul in. Binyateke wan a giran heye ku nikare li gor binyata mezin, gerguhêz û qayişok a karkerên çandiniyê tevbigere. Ev hemû sendika, yan sendîkayên patron in yan jî xwedî erkên burokratîk in. Kooperatîfên ku karkerên çandiniyê yên di sektorê de cih nagirin şirîkên wan in, veguheriye şirketan. Li aliyê din Odeyên Çandiniyê ji bo mafên kedkarên çandiniyê ji bilî berhevkirina berbûyan ti tiştekê nakin. Ger em ji sendîkayên zer û rêxistinên hilberîner ên ku bi talankirina berbûyan dest ji rehetiya xwe bernadin birevin, vê carê em rastî ferasetên burokratîk tên ku ji ber nakokiyên siyasî yên berjewendî û têkiliyên patronajê hema hema ne mumkin e ku li gorî berjewendiyên me biryar werin girtin.
Ji ber vê yekê em di bin banê sendîkayeke serbixwe de, bi binyadeke ku em karker xwedî gotin, hêz û biryar in, dibin yek! Bi fêrbûna ji dîroka birûmet a têkoşîna çîna karkeran, ji bo ku em têkoşînê pêş bixin derdikevin rê.
Em ê ji bo rêxistinkirina sendîkayeke têkoşer seferber bibin, ku li ser bingeha komîte, konsey û meclîsên li kargehan xwe bi rêxistin dike, bi hêza xwe bawer û asta rêveberiya wê bi tevahî ji kedkaran pêk tê, ji sermaye û dewletê serbixwe be. Bi prensîb û nirxên weke rûmet, edalet, hevgirtinê yên ku em dibaprêzin em ê biratiya xwe mezintir bikin; em ê bi rê û rêbazên rewa yên weke dagirkirin, grev û berxwedanê têkoşînê geş bikin.
Karkerên çandiniyê dê êdî nebin koleyên şîrket, axa, patron û bazirganan. Em ê bi ked û rûmeta xwe bijîn, mafê xwe û siberoja xwe biparêzin.
Em ji zevî, sera, daristan, qeyikên masîgiran, gundan serî hildidin!
Bijî yekitiya kedkarên çandiniyê!